Xezala Min Delala Min
Ecevit'e Armaðan
Anadilim Kürtçe'dir.
Türkçe'yi, ilkokula gittiðim 1959 yýlýndan sonra öðrenmeye baþladým. Üstelik, Türkçe'yi o kadar güzel belledim ki, bu dil sayesinde kazanýyorum.
Mesleðinde 27 yýlý geride býrakan bir gazeteci olarak, bunu dile getirmekten iftihar duyuyorum.
Ondan fazla gazete ve dergide düzeltmenlik, redaktörlük, sayfa sekreterliði, muhabirlik ve haber müdürlüðü yaptým.
Türkçe üç kitabým yayýnlandý.
Tahsil hayatýmda, Fransýzca dilbilgisini çok iyi öðrenmeme raðmen, konuþma pratiðini geliþtirememenin ezikliðini hep duydum.
Ancak, 50 yýldýr annemle konuþtuðum ve neredeyse unutmaya baþladýðým bir dilim daha vardý:
Kürtçe...
Onu, þartlarýn etkisiyle hep ikinci plana atmýþtým.
Oysa, 1966 nüfus sayýmýndan kalma ilginç anýmý hiç unutmadým.
Bozova-Urfa'da, Ýzmirli coðrafya öðretmenim Sevdiye Canlý sayýmda görevliydi.
Bozovalýlarýn çoðunluðu Türkçe bilmiyordu. Öðretmenim de Kürtçe'yi...
Ben kendisine o gün tercümanlýk yaptým...
Tabii ki, sonuç olarak herkesin anadilini de Türkçe olarak kayda geçtik...
1996'da bazý Kürtçe kitaplarý okuyunca da, bu dilimi yeniden keþfettim.
...Ve ilk hikâyemi o yýl kaleme aldým.
Nûbihar dergisinin deðiþik sayýlarýnda yayýnlanan bu hikâyelerimin kitap haline gelmesi ise, Baþbakan Sayýn Bülent Ecevit'in "Kürtçe dil deðil lehçedir"* þeklindeki açýklamasý üzerine gerçekleþti.
Bu iddia, bir yerde hayatýmýn ilk yedi yýlýnýn inkârý anlamýný da taþýyordu.
Bu nedenle, yedi yýl tek iletiþim aracým olan Kürtçe ile yazdýðým bu kitabý, "Türk-Yunan dostluðu üzerine þiir yazan" þair Baþbakan Sayýn Bülent Ecevit'e armaðan ediyorum**...
Rahmetullah KARAKAYA
3 Nisan 2000 - Yenilevent
* Ecevit'in, 28 Mart 2000 tarihli gazetelerde yer alan, Avrupa Parlamentosu üyelerine verdiði yanýt.
** Ýstanbul Büyükþehir Belediye Baþkaný Ali Müfit Gürtuna'nýn basýn danýþmaný, gazeteci yeðenim Üftade Oðuz'a da, anneannesiyle konuþtuðumuz "Kuþdili"ni öðretme sözü vermiþtim. 25 yýl önceki sözü, bu kitabý yayýnlayarak yerine getirmiþ oldum.
Temara û Þivan
Navê Behra Wanê, di çîrokên pîrika min de pir derbas dibû.
Sê-çar salî bûm... Wextê pîrika min a Zozan dihate mala me, ji kêfan difirîyam...
Çîrokên wê, efsaneyên wê, gotinên wê, di jîyana min de mîna rojê dibiriqin.
Zivistanên Muþê, mîna her derê Serhedê, bi zehmetî derbas dibûn...
Bi rastî, ji zivistanan qet hez nakim...
Zivistana ku mîna þevê rudiniþte ser dilê min, bi çîrokên pîrika min ronî dibû.
Li ber wê dirêj dibûm. Serê xwe dida ser çoka wê. Hêdî hêdî, hur hur dest bi gotinên xwe dikir.
Di Radyoya Yerîvanê de Kawus Axa, kilama Behra Wanê digot...
Min çavê xwe digirt. Xeyala min de Behra Wanê, guh dida efsana Girava Axtemarê...
Axtemar, hezar sal berê, bi darên behîvan dihate naskirin. Li wêderê, keþîþ tenê rudiniþtin. Keþîþê mezin, yekî pir esebî bû. Keþîþên din zehf ji wî ditirsîyan...
Qîzeke keþîþê mezin hebû. Mîna perçekî hîvê bû... Navê wê Temara bû.
Qîzên giravê, tim ji wê diqeherîn... Jê çavtengî dikirin.
Gava ku kulîlkên behîvan dikir çeleng û wê dida serê xwe, wan di cîyê xwe de dikirin ku can bidin...
Li ber giravê, li alîyê Westan jî xortekî Kurd dijîya... Navê wî Þivan bû... Þivan, sibê heya êvarê li ber pez û bizinên xwe bû... Wana diçêrand, dibir ber avan, av dida wan... Hinek caran, di nava mij û dumana çîyayê Artosê de wenda dibû. Hinek caran peyayê jêr dibû... Nêzîka behrê, pezê xwe diçêrand...
Ku firset dikete destê wî, xwe davête avê... Heya dilê wî sar dibû, sobarî dikir...
Pir caran, heya nêzîka Axtemarê diçû, dîsa dihat...
Meraqeke wî ya mezin hebû ku, rojekê here wêderê... Ji dûr ve kelekelek dikete dilê wî... Germayî ji serî heya pêyên wî derbas dibû...
Hebû tine bû, derd û kula wî, çûyina Axtemarê bû.
Þîrê bizinan, masîyên Behra Wanê, Þivan xistibû perçekî agir...
Ewqas berîvan dihatin diçûn. Di nava wan de, keçikên xama hebûn, tev jihev spehî... Çavê wî tu tiþt nedidît...
Kula Þivan, derketina ser Axtemara kesk bû...
Rojekê qerara xwe da...
- Çi dibe bila rojekê pêþîyê bibe... Ezê îþev derkevim ser Girava Axtemarê... Ezê xwe veþêrim, jîyana wira bibînim. Ew însanên li wir ka çi dikin... Jîyana nava behrê de ez jî dixwazim... Çi jî bê serê min, xema min nin e...
Þivan, gotinên xwe nekir dudu... Bi rojê, tedbîra xwe anî cî... Ku tarî kete erdê, xwe berda Behra Wanê...
Bi milên xwe yê bi quwet, çepl avêtin... Bi qasî nîv saet paþî gihaþte ber Axtemarê. Hinekî li ber qeraxê behrê runiþt. Paþê derkete ser dareke behîvê... Sekinî ku bibe sibe... Rojê, hêdî hêdî xwe ji ser Kela Wanê re nîþan da... Bi nazdarî hilkiþîya asîmana...
Þivan, bîna xwe girtibû, li devûdorê xwe dinihêrî...
Biskekî dinê, qîzekî mîna xezalan hat... Gavên xwe wisa nerm davêt ku morî jê nerehet nebin...
Ronîya rûyê wê, mîna rojê derkete ber çavê Þivan. Eqlê wî ji serî çû... Çavê wî cîye xwe de sekinîn... Germeke mezin kete canê Þivan...
Ewqas sal bû, ketibû pey wê germayê... Laþê wî lerizî... Xwe bi zehmetî li ser darê girt...
Qîzik çû li ser zinarekî sekinî. Bi deqan li qeraxê Artosê mêze kir. Mîna ku çavê wê li rêya yekî bû.
Þivan, hêdîka ji darê peya bû. Çû li piþt wê sekinî. Temara ji niþkava li piþt xwe nêhêrî.
Herdu jî di cîyê xwe de qerisîn.
Temarayê, çavê xwe yê ku merivan diheland, berda ser Þivan.
Þivan, bîna xweþ nas kir... Gava ku rûye xwe dida Axtemarê, ev bîna han dihate wî... Kewa delal jî, bîna wî hilda bû... Ji bo wî hatibû wêderê...
Herdu bi hev re cîyê xwe de lerizîn... Brûskê lêxist...
Temarayê, lêvên xwe yên mîna gilêzan hêdî hêdî vekir û xeberda:
- Tu kî yî. Li van dera çi digerî... Bila kes te nebîne... Yê seba te baþ nebe... Dereng nemîne, zû ji vira here...
- Ez Þivan im... Li wî alîyê avê disekinim... Umrê min, di meraqa vira de derbas bû... Min her tiþt daye ber çavê xwe... Þev hatim. Mîvanê te dihesibim... Gavekî din jî ezê herim... Navê te bi xêr?
- Navê min Temara... Ez, qîza keþîþê mezin im... Bira bavê min tu car te nebîne... Seba me herdukan jî xêr nabe...
Herdu jî, cîye xwe de mîna xeyalekî mabûn. Jihev metroyek dûr duxîyan... Lê ewana zû de xwe avêtibûn hemêza hev...
Bi saetan wisa man...
Soz dane hev... Ji vir û paþ de, yê dîsa ser wî zinarî bihatana cem hev...
Temarayê, yê mum vêxista... Þivan, yê xwe berda pêsîra Behra Wanê, bihata cem maþûqa xwe...
Ew roj, li Axtemarê, jîyaneke nû hate nivîsandinê...
Êdî, Axtemar, bi rojê yê keþîþan bû, þev jî dibû warê Temara û Þivan.
Þivan, bi dilekî geþ, xwe berda nava behrê... Derkete qeraxê Artosê.
Çiqas þev û roj derbas bûn kes nizane...
Axtemar, ji eþqa Temara û Þiwan re, kete þayîyekî mezin. Behra Wanê, ji wan re bû rê. Hîv û stêrkan, rê nîþanî wan da. Darê behîvan bûne hemrazê wan. Zinar ji van re bûn doþek û belgî... Qaqlîbaz, jê wan re bûne pasevan... Ji tehlûkan wana tim sitar kirin...
Kêfa ku Temara ketibûyê, ji çavê neyarên wê nerevîya... Ketine pey wê... Þev û roj, çavê xwe ji ser wê dûr nekirin.
Pir derbas nebû, þevekê, yek ji wan fesadan kete rêya Temarayê... Xwe veþart... Ji serî heya paþîyê, li halê Temara û Þivan mêze kir...
Agirê fesadîyê kete zikê wê... Ji hesûdîyê, hev mabû ku biteqîya... Lê pêþîyê çû cem bavê Temarayê...
Wê þevê çi ditîbû, yek û yek ji bavê wê re got...
Keþîþê mezin, pir qehirî... Lê qehra xwe, nîþanî Temarayê nekir...
Ku tarî kete erdê, ewî mumek girt, çû ber keraxê behrê...
Mumik vêxist, li benda Þivan ma...
Þivan, ku ronahî dît, bi heyecan xwe avête behrê. Çepl li ser çeplan avêt...
Wê wextê de, firtonekî mezin derket... Hê Behra Wanê tiþtekî wiha nedîtibû...
Pêlan wisa dihatin, her carî Þivan dihavête qeraxê Artosê... Lê Þivan guh nedidayê, dîsa xwe davête nava pêlan...
Behrê, jê re digot, "Îro neçe... Îþev ji te re xêr nin e... Guh bide dostê xwe..."
Þivan, ketibû tayekî wisa, guhê wî, hiþê wî, nedixebitî...
Bi saetan çepl avêt, lê negihaþte Axtemarê... Keþîþê mezin Þivan çiqas dihate nêzîka wî, cîyê xwe diguherand.
Êdî taqet di Þivan de nema... Bê çare, bê quwet ket... Hêdî hêdî xwe berda nav pêla...
Bi saetan nesekinî gazî Temarayê kir...
Wexta di nav pêlên Behra Wanê de winda bû, li ser zimanê wî dîsa navê Temarayê hebû...
Cara paþin, "Ax Temara ax Temara" got û di nava behrêde winda bû...
Qêrîna Þivan, navê xwe da giravê... Bo wî hezar sal in jêre "Axtemar" dibêjin...
Þivan, weha kete feqa keþîþê mezin...
***
Lê Temaraya delal, di çi agirî de bû...
Nalîna Þivan ku li Çîyayê Artosê ket, li dinê belav bû...
Temara, hate ser hiþê xwe... Þewat bi dilê wê ket...
"Þivan Þivan" got û xwe avête derva...
Lê nêhirî bavê wê, du mum di dest de, tê...
Brûsk kete canê wê... Nava neyarên xwe de derbas bû.
Bi rev çû ser wî zinarî sekinî. Wira bû cîyê ku ew û Þivanê wê dihatine ba hev...
- Þivan Þivan, ez jî têm. Te tenê bernadim... Hemêza xwe veke. Temara te, yê xwe bavêje nava milê te yê zexim...
Bavê wê kete pey, lê firset nedî ku wê bigre...
Temarayê, carekî din li qeraxê Artosê nêrî, cîyê Þivanê xwe bi çavê dinê mêze kir. Paþê jî xwe avête behrê.
Qaqlîbaza qijîn kir, darê behîvan ketne þînê, zinar girîyan...
Rihê Temara û Þivan, li Behra Wanê, dîsa gihaþtine hev...
Behra Wanê îro jî, ji eþqa Temara û Þivan balê dikþîne ser xwe...
***
Vê efsana Axtemarê, min kire aþiqê Behra Wanê...
Min Behrê, encaq di 1960'î de dît... Ereba me ku hate nêzîka Erdîþê, bahr xuya bû.
Ez di xeyalê xwe de bûme Þivan. Min xwe berda ava hêþin... Qaqlîbaz qet ji min re xerîb nebûn... Min wana zû de nas dikir... Hevalê min ê kevin bûn... Ez û wan, emê bi hev re biçûna Axtemarê. Ew roj, encaq min pêyên xwe xiste avê... Dîsa jî dilgeþ bûm...
Çar sal li Þaxikê mam, qismet nebû ku carekî herim Axtemarê.
Bîst û çar sal paþî, ji Stenbolê çûme Wanê... Þev li Westanê mam.
Sibê zû çûme cînarîya Þivan, ketim behrê... Li ser qumê revîyam. Hewa Axtemarê kiþanda hundirê xwe... Paþê jî çûme Axtemarê.
Li ser zinaran runiþtim... Li çîyayê Artosê mêze kir. Bi dare behîvan re xeber da...
Li Axtemarê þîn hebû... Dêra Axtemarê, roj bi roj xerab dibû.
Qaqlîbaz, digirîyan...
2 Tebax 1984'ê de ez mîvanê Temara û Þivan bûm...
Wê rojê, min rihê xwe, bi eþqa Temara û Þivan re þuþt...
|
|